Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandanek jibo piştîvanî ji Girtiyên siyasî,Kolber û Kasibkarên Kurd li Welatê Norwêjê birêve çû

17:02 - 5 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Xwenîşandana Kurdên her çar parçên Kurdistanê û pişkek ji Îranî û Norwêjî bo piştîvanî ji girtiyên siyasî, Kolber û Kasibkarên Kurd birêve çû.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, ev xwenîşandane ji aliyê komîta karkirin bo wergirtina xelata aştî a Nobêla Kebûdwend hetibû rêkxistin.

Destpêka xwenîşandanê li îsgeha Şemendefera Uslo yê bi helgirtina alava Kurdistanê û dehan deruşm û wênên girtiyên siyasî ên Kurd û kolberan berderê Parlmantoya Norwêjê rêkevtin û xulekek bêdengî bo rêzgirtin ji cane paqijê şehîdên Kurd û Kurdistanê hat ragirtin.

Di vê civînê de gutara desteya amadekar het xwendin û paşan “Aksil Hagin” endamê parlemana Norwêjê, ser bi Partiya Susyalîsta Çep û endamê girupa karê Kurdsan peyamek bi vî bûneyê xwand.

Piştre hunermend Necmedîn Gulamelî bi sirûdekî şoreşgirane piştîvaniya xwe ji zîndaniyên siyasî û kolber û kasibkarên Kurd ragehand. Mehmûd Emîrî Muqedem berpirs û berdevkê bizava mafê mirov a Îranê û Ewropayê di vê pêywendiyê de basek li ser girtiyên siyasiyên Kurd û gelên din yê Îranê pêşkeşkir.
Di pişka din a civînê de peyama komîta partiyê û rêxistinên Kurdistana Îranê bi zimanê Kurdî û Norwêjê ji aliyê Selah Sultan Penah û Karox Bawecanî ve het xwandin û herwusa xêzana huhnermed û stiranbêjê Efxanî û dostê Kurd bi stiranekî hevper beşdarî ji vî civînê kir.

Piştre hunermend û sînemekarê Kurd Nîştiman Husênî peyemek li ser kolbera pêşkeş kir û her dûr vê de Soran Seîd Mihemedî her bi vî bûneyê ve peyamek xwand.