Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandanên nerizayetî yên kedkarên şirketa Heft Tepe derbasî meha du yemîn bû

13:10 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2020

Kedkarên Nerazî yên şirketa “Heft Tepe”, zêdetir ji  mehekê ye ku xwenîşandanên nerizayetî lidar dixin û heya niha jî berdewame û çend kedkar jî, hatine binçavkirin.

Roja Çarşemî, 15 ê Tîrmeha 2020 an, xwenîşandana kedkarên şirketa “Heft Tepe” berdewame û zêdetir ji  mehekê ye ku ew xwenîşandan bi rêve diçin û ew kedkar li ser daxwaz û xwestên xwe micidin û pêka kanala “Telegram”î ya sendîkaya kedkarên “Heft Tepe”, li roja Sêşemî, 14ê Tîrmehê, 4 kedkarên wê şirketê yên bi navên, “ Yûsif Behmenî, Muslim Çişm Xawer, Îbrahîm Ebasî Muncerî û Mihemed Xenîferî” ji aliyê hêzên Îtila`at û ewlehî ya bajarê “Şûş”ê ve hatine binçavkirin.

Pêka raporan, ew kedkarên binçavkirî, piştî veguhastina wan ji binkeya Polîsê Agahiyê bo dadgeha bajarê “Şûş”ê, piştre ew bo girtîgeha “Fecir”a bajarê Dizfûlê veguhastine û îzin nedane ku bi barmiteyê ew bêne berdan.

Herwisa ji qedera “Mîr Mihemed Welî” û hevalê wî ku wekî nûçegihan di wan xwenîşandanan de pişikdarî kiribûn û piştre ji aliyê rejîmê ve hatibûne binçavkirinê, ti zanînek berdest tinîne. 

Xwenîşandanên neraziyan di piraniya bajarên Îranê de bi sedema neşiyana rejîma Îslamî derheq Îdarekirina welat ve, rojbiroj zêdetir û berfirehtir dibin.