Nûçegihanek ê girêdayê rejîma Îranê ku bo amadekirina rapor û çewtekariyan li derheq xwenîşandanên Herêma Kurdistanê di yek ji şeqaman de amade bibû, ji aliyê xwenîşanderekî ve bi zimanekî zivir pê hatibû gotinê: “Ûn terorîst in û ji wir herin”.
Ew xwenîşander rû bi wî nûçegihan-sîxurî gotiye: “ Ji wir here, ji wir here” û rû bi xelkê gotiye: “Ew Îraniyên terorîst in , ewane ji wir derxînin, piştevanî li wan koleyan nekin, ewane ji wir derxînin”.
Rejîma Îslamiya Îranê bi hemû şêwazekê hewla afirandina fitneyan di Herêma Kurdistanê de dide û bi mezintirîn gef li ser asyayîşa wê herêmê tê hisêb.
Niha ku di hejmarek ji bajarên Herêma Kurdistanê de xwenîşandanên nerizayetî hatine lidarxistin, rejîma Îranê bi rêya sîxurên xwe, tevî hewldan bo jirêderxistina wan xwenîşandanan, raporên çewt belav dike û rewşa Herêma Kurdistanê bi nearam dide xuya.