Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwepêşanderên narazî yên Yarsanan, li ber deriyê Ostandariya Kirmanşanê kom bûn

21:33 - 9 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Hejmarkî berçav ji xelkên Yarsan û hevwelatiyên bajarên derdorê Kirmanşanê li ber deriyê ostandariya vî bajarî kom bûn.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, xelkê bi kombûna xwe li ber deriyê parêzgeha Kirmanşanê pêşvaziya xwe ji xelkên Yarsan derbirîn û xwazyarên bersivdana rejîma Îslamiya Îranê bi bêrêzî kirina wan bi ola Yarî bûn.

Di vê civînê de cîgirê ostandariya Kirmanşanê xelkê re axivî û pasawên bêbinema bo kiriyarên rejîmê anîn.

Rejîma Îranê bi heceta tepesekirina naraziyan û serhildana her cure îtirazekê hêzekî yek car zaf “Yîgan wîje” rijabûne derdora cihê xwenîşandanê.

Hemwelatiyên bajarên Sehne, Kirmançan û Hemedan û çendîn bajarên din di vê civînê de beşdar bûn.

Çend roj berî niha hejmarek li çalakiyên Yarsanê di daxuyaniyekê de daxwaz ji xelkê çavnetirs yê Kurdistanê û bi taybetî xelkê Parêzgeha Kirmaşanê kiribûn, ku li hemberî vê zilm û naberaberiya dewleta tepeserkar ya Îranê ku pitir ji 3’ê dehikane li hember xelkê Kurdistanê birêve dibe, bêdeng nebin û jibo bidest anîna mafên me yên Însanî û herwusa piştewanî ji wan du ezîzên me ku canê xwe jibo armancên derheq yên me kirine gorî, bi yek deng nerazîbûna xwe li hember deriyê parêzgariya Kirmaşanê nîşan biden.