Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwndingehekî kiçan li herêma “Soma”a Urmiyê bûye binkeya Besîcên rejîma Îranê

21:01 - 4 Gulan 2013

Kurdistanmedia: HêzênSipaha Pasdaran rejîma Îslamiya Îranê qutabxaneyekî kiçan yê gundê “Gengeçîn”a ser bi devera Soma Urmiyê dagîr kirine û kirine binkeya besîcan.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, xwendingeha nawendiya kiçan ya “Metîn” li gundê “Gengeçn”a ser bi herêma Soma ya bajarê Urmiyê ji aliyê hêzên Sipahê het sitandin û pişkek kirine binkeya besîc.

Ew kiryarê Sipaha Pasdaran di demekê de ye ku a niha dersxwanên kiç di vê xwendingehê de mêjûlê xwandinê ne û bi ew karê rejîm astengî hetine pêş.

Yek ji malbatên ew derxwanane bi malpera Kurdistanmedia regehand, dersxwan li nîzîk bûna teqîkirina salê de ne û danîna binkeya besîc û het û çuna berdewama hêzên leşkeriyên rejîm astengî bo dersxwanên zarok çêkiriye.

Her di vê pêywendiyê de ew binkeye astengî bo akinciyên gundê Gengeçînê çêkiriye û bi berdewamî het û çunê konterol dikin.

Danîna binkeya bisîc li nav qutabxneya Metîn de neraziyekî berbila ên akinciyên wî gundî lê çêbiye.