Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yek helwestî hewcehiyek dîrokî û erkek neteweyî

20:49 - 27 Tebax 2013

Şehab Xalidî

Avakirina partî û rêkxirawan bi armanca bidestveanîna mafên neteweyî û siyasî û bihevre karkirin, yektir qebûlkirin, û pêkanîna eniyek hevpar li ser bingeha berjewendiya neteweyî, bê guman dikare ku xelkê hêvîdar bike û civakek azad û demokratîk ava bike.
Her di vê rastayê de Kurdên Sûriyê jî ku berdewam li jêr zext û givaş û serkûta bê rehmane ya deshilatên yek li pey yek ên Sûriyê de bûne, û kêmtirîn maf bo wan bi rewan nehatiye dîtin, qet ji xebat û tekoşînê nesekinîne, û bi her şêweyekê ku karîbin, li gorî şert û mercên welatê xwe, partî û rêkxirawên siyasî ava kirine, û bo bidestveanîna mafê neteweyî û siyasî xebat kirine.
Piştî çendîn salî zext û givaş, niha ku pêlên Buhara Erebî rû li Sûriyê kirine, û mixabin heya niha jî ew pêlên bihêz ên Buhara Erebî, bi sedemên curbicur nekarîne dawiyê bi deshilata Beşar Esed bînin, û êdî gellek kes wek Zivistana Erebî li Sûriyê de basê dikin, yekîtî û yek helwestiya Kurdan û mifahwergirtin ji vê derfetê ji aliyê partiyên siyasî ên Kurd ve erkek ew qas giran û dîrokî dixe ser milên wan, ku heke bi başî wan erkan bi cî negehînin, gelê Kurd û dîroka Kurd ji wan xweş nabe, û wê nirxa vê yekê jî bidin.
Niha derfetek weha hatiye pêş ku beşek ji Kurdistana Rojava di destê Kurd de ye û partî û rêkxirawên siyasî ên Kurdistanê divêt li ser bingeha berjewendiyên neteweyî û bi dûr ji her şêwe xwe mezinzanînê, û liberçavgirtina berjewendiyên partîtî û rêkxiraweyî, kar bo yekdengî, yek helwestî û pêkanîna eniyek hevpar li hemberî pîlanên rengareng ên dijminên Kurd de bikin, û bi vî awayî Kurdistana Rojava biparêzin. Bi taybetî di vê qonaxa hestiyar de ku rijandina xwîna xortên Kurdan bi helal hatiye zanîn, û biryara cîhadê bi dijî Kurdan hatiye dan, tenê û tenê yekgirtin, û pêkanîna eniyeke hevpar ji hemû partî û aliyên siyasî ên vê para Kurdistanê, dikare pîlanên wan yek li pey yekê bike bilqa ser avê, û civakek azad û demokratîk bo wan desteber bike.

Niha çavê Kurdan li her ciheke vê cîhana pan û berfireh li Kurdistana Rojava ye, û her gulleyek ku li leşê xorteke Kurd di vê beşê de dikeve, bê guman dilê wan jî diêşîne, û wan zêdetir azar dide. Lewra yekîtî û yekdengiya wan dikare gelê Kurd di hemû ciheke vê cîhanê hêvîdar bike, û alîkariya wan jî bo aliyê xwe rakêşe. Di vê rastayê de ew partî û alî dikarin pêgeha xwe di nav xelkê xwe de qahîm bikin ku amade bin zêdetirîn nirxî bo berjewendiyên neteweyî bidin. Lewra jî hestkirina bi berpirsatiyê û bi cî gehandina erkê pîroz ê neteweyî li qonaxa niha de dikare zêdetirîn deskevtan bo xortên Kurd di vê para Kurdistanê de bi dest bîne, û gelê Kurd jî di pêşerojê de bibe xwediyê civakek azad û demokratîk ku têde yasa serwer be, û piloralîzma siyasî ji pîverên sereke ên pênaseya vê civaka demokratîk be.