Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekemîn haletên agirgirîtinê li Merîwanê hate gorê

15:36 - 26 Adar 2014

Kurdistanmedia: Di yekemîn rojên sala 1393’an a Rojî de, daristanên Merîwanê agir girtin ku bi hewl û mandîbûna çalakvanên jîngehparêzî û bi xasmanî encumena kesk a çiya, hat kontero kirin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, roja Yekşemî 23’ê Adar a 2014’an, yekemîn haleta agirgirtinê li gundên “Kînkin û Neçê”a ser bi bajarê Merîwan rû da û nêzîkê sê hiktar ji daristanên vê deverê di nav agir de şewitîn.

Di vê pêwendiyê de encumena Kesk a çiyayê Merîwanê bilav kirbû, ku di vê rojê de wate roja Yekşemî li cihek din nêzîkê Biyekere li 15 kîlomêtriya bajarê Merîwan daristanên vê deverê agir girt ku ji aliyê endamên encumena han ve hat konterol kirin.

Heya niha sedem û çawaniya wê agirgirtinê nehatiye zanîn.