Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekemîn kongireya Federasiyona Komelên Kurdî li Feransê bi rê ve çû

12:19 - 17 Nîsan 2022

Roja 16ê meha Nîsansa 2022an li bajarê “Liyon”a Feransê, Ferderasiyona Komelên Kurdî yekemîn Kongireya xwe lidar xist.

Kongire ji demjimêr 10ê sibêdehê dest pê kir û di demjimêr 5ê paşnîvro de dawî pê hat.

Di beşa yekem de peyamên vîdiyoyî yên pîrozbahiya kesayetî û aliyên siyasî hatine belavkirin û herwisa beşdarbûyên wê kongireyê ku ji welatên Swêd, Swîs û Almaniyayê bûn, peyamên pirozbahiya xwe pêşkêş kirin.

Piştî nîvro li derheq rewşa Kurdan li diyaspora û erkên Federasiyona Komelên Kurdî li Feransê axavtin hatine kirin.

Di beşa dawiyê de hilbijartina Endamên Desteya Birêveberiya vê Ferderasiyonê bi rê ve çû û 5 kes ji çar aliyên Kurdistanê hatine hilbijartin û kongire bi konferansa rojnamevaniyê bi dawî hat.