Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yeketiya Ewropa Hizbullaha Lubnanê xiste lîsta terorê

15:11 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: Nûnerên derve yên Yekitiya Ewropa di civîna xwe de biryar dan ku baskê leşkerî yê rêxistina Hizbullaha Lubnanê bixin li lîsteya rêxistinên terorê.
Nûçegehaniya Ruêtêrz bilav kir, Ev biryara ku bi pêşengiya Brîtanya ket rojevê, ji aliyê 28 welatên endam ve hat pesendkirin.
Di çarçoveya biryarê de wê êdî dîplomatên Ewropî nikaribin bi Hizbullahê re hevdîtinan bikin. Herwiha mirovên ku piştgiriya aborî ji Ewropayê bidin Hizbullahê, dê bên cezakirin.
Hikûmeta Lubnanê roja Înê gotibû beşeke girîng a civaka Lubnanê ye û bang kiribû ku Hizbullah nekeve lîsteya rêxistinên terorê. Lê belê, piştî ku Hizbullahê di şer de li gel rejîma Beşar Esad cih girt, welatên Ewropayê helwesta xwe ya li hemberî wê tund kirin.
Welatên ku dixwestin Hizbullah têkeve lîsteya rêxistinên terorîst, îdîa dikin ku delîlên pêbawer di destê wan de hene ku Hizbullahê êrîşa bombeyî ya par li Bulgarîstanê kiriye ku di encam de sala 1391’a rojî de 5 jê Îsraîlî 6 kesan canê xwe ji dest dabûn.
Wezîrên Ewropa biryar dane ku hemû daraya Hizbuşahê biloke bikin û vîza bi endamên vê rêxirawê nehê dan.

Girûpa Hizbullahê ji aliyê rejîma Îslmiya Îranê ve piştîwaniya malî û leşkerê têkirin û aniha hêzên Hizbulla bi heceta piştîwanî li Beşar Esed li nav axa Sûriyê de ne.
Hizbullaha Lubnanê di lîsteyên terorê yên Amerîka, Kanada, Awusturalya, Brîtanya û Holandayê de cih digire.