Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yeketiya jinan û ciwanên Dêmokrat di xwenîşandana bajarê Amedê beşdarî kirin

15:46 - 9 Gulan 2015

Kurdistan Media: Du şandên yeketî yên ciwanan û jinên Demokirata kurdistana Îranê, li bajarê Amed a Kurdistana bakûr, li xwe nîşandanekê de ku bi mebesta piştevanî kirina Mehabada Kurdistana Rojhilat hatibû lidarxistin, beşdarî kirin.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, şandeke yeketiya jinên PDKÎ bi serpereştiya Rojîn Behramî, endama heyeta jinan û şandeke yeketiya ciwanên PDKÎ, bi serpereştiya Fuad Xkî beygî, nîveroya roja Înê ya borî, (8`ê gulanê) li xwenîşandaneka ku di bajarê Amedê de birêve çû, beşdarî kirin.

Ew xwenîşandan li meydana navenda Amedê, bi mebesta piştevanî kirina li xelkê bajarê Mehabadê, (li ser mirina bi guman ya Ferînaz Xusrowanî), ji aliyê Partiya Azad a Kurdistana Bakûr ve hatibû lidarxistin.

Di vê xwenîşandanê de, bi diroşma “Bijî Azadiya Kurdistana Rojhilat” ku ji aliyê beşdaran ve hat gotin, sîasetên rejîma Îslamî ya Îranê hatin şermzar kirin.

Herwisa yeketiya jinên Demokrata Kurdistana Îranê, di wê xwenîşandanê de beşdarî kir.

Her di wê rojê de, Yektiya Jinan li xwenîşandaneke din de ku ji aliyê jin û mêrên bajarê Amedê ve hatibo lidarxistin, beşdarî kirin.
Di vê meşê de ku di şeqama “Azê cê Pilaz” ya Amedê birêveço, zêdeî 500 kesî beşdarî kirin. Gultan Kişanak, şaradera bajarê mezin yê Amedê, peyamek ji bo piştewanî ya xelkê nerazî yê bajarê Mehabadê pêşkêş kir.

Xwe nîşandana xelkê bajarê Amedê 45 deqîqeyan dom kir. Xwenîşanderan bi mebesta hevderdî li gel xelkê bajarê Mehabadê, 2 deqeyan li ser çokan ronişt in.