Zaniyar Amedî
Mirov dikare yekîtiyê, li ser mijarên (komî, sinifî, dozî, olî, mezhebî, pirsgirêka jîyanî, enîya sîyasî, faktorên rêveberî, netewî...hwd ) bi awaykî berfireh binirxîne.
Li derheq faktorên yekîtiyê, em ê di wê nivîskê de, yekîtiya netewa Kurd binirxînin.
Ya yekem, netew çîye? bila em peyva netewê nas bikin.
Netewe, bi xwe peyvekî kolektîf e, ew civaka herî mezin a mirovan e ku bi rengek rêxistinkirina siyasî û li ser axek dîyar bi hev re jîyan e, xwedan jîyanek hevpar a aborî, dîrok, ziman, taybetmenîyên çandê ye. Netewên modern bi al û sîrûd dîyar dike. Kurd jî netewekî bi nirxên herê kevnar netewek realîst e. Remz a yekîtîya netewa Kurd, ne bi gor bîrdozîya hizbê, kom û pêşengîya kesayetiyan re çê dibe.
Herçiqas Hizbek mezin û xwedî bandor jî dikare lihevkirinê digel hizb û aliyên biçûk çê bike. Lê yêkîtiya Kurdan bi bawerî bi remz û nîşanên netewî tête çêkirin ku hem kurdek bi her bîr û bawerek û cudahiya hizrî û hizbî, divê aliyê kêm li ser remzên netewî yek bin, wê demê yekîtî dikare çê be.
Bona ghîştina bi yekîtîyekî qahîm, tenê ew ne bes e, pêwîst e ser wî pingehê, ne bi taktîkî bi faktorên stratejîk were pratîk kirin.
Em behsa wan faktorên stratejîk bikin.
Kurdistan bi peymanên navnetewî hate parçekirin û jihevkirin. Bi stratejîyekî ji Ereb, Tirk û Farisan hate parvekirin. Dema ku Kurd parçe bû helwesta sîyasiya wan dewletan hemberê Kurdan ne yek e û ne yek bû. Siyaseta deshilatdarên dagirkeran bi taktîkî (yan bi faktorên bîrdozî, yan bi asîmîlasyon, yan bi entegrasyonî, yan jî jenosîdî û şerê qirêj) li hemberê Kurdan hate meşandin. Wan dewletan ji bo tinekirina Kurdan bi stratejîyên cuda polîtîkayên xwe bi dijî Kurdan cî bi cî dikirin. Her wê demê heya niha, dewletên dagîrker xwe bi rêyên cuda pozîsyon kirin û hên jî berdewam dikin.
Di hember de jî, tekoşîna netewî a Kurdistanê bi rêxistinên cuda di her çar perçan de hate meşandin.
Ji ber ku dewletên dagîrker yek nîne bi taktîkî helwesta dagîrkeran ser gelê Kurd cuda ye. Ew jî pêdivîbûna xebata her perçeyekî Kurdistanê hemberê dagîrkeran gor taktîkê wan xwe divê bête meşandin.
Ew kesên ku yekîtîya her çar parçeyên Kurdistanê dixwazin û propagandê pêve dikin, ew tenê berjewendiya parta xw dixwazin, û prensîbên netewî nakin armanc. Mixabin heya niha jî çinînin yan kêm in ew part û aliyên siyasî yên Kurd ku li pêxema berjewendî û yekîtiya Kurdan carekê dev ji berjewendiya hizbiya xwe bîne, Ew yeka jî netewa Kurd nake yek û zirarê dide netewa Kurd.
Pirsgirêka herî mezin a Kurdan, pirsgirêka nebûna yekîtiya netewî ye. Heya Kurd nekarin li ser remzên netewî ya xwe bibin yek û armanca xebata wan bi yek dengî çêkirina dewleta Kurdistanê li ser bingeha dewlet-netewe nebe, bê guman pirsa Kurd li astê navnetewî de jî bi pirsa netewî nayê mêzekirin, û tekoşîna part û aliyên xebatkar ên Kurd jî li astê navnetewî de bi rewa nayête dîtin.
Di destpêkê de bona çêkirina yekîtiya netewî hewce ye ku di her parçeyên Kurdistanê bi cudayî û taybetmendiya parçeyên xwe bi hizbê û rêxistinên xwe, nakokîyan ji holê rakin û li ser remz û prensîbên neteweyî bibin yek. Ew yekîtî bi prensîb were danîn, faktorên rewşa heremê û siyaseta dagîrkeran li ser Kurdan baş were xwendin. Li parçeyên xwe de tekoşîna netewî, divê bi hewcehîyek stratejîk were şopandin, ne bi taktîkî.
Li Bakurê Kurdistanê Kurd hêj jî ne xwedî helwestekî ne. Hewce ye ku, Kurdên Bakurê Kurdistanê bi rêbazekî rewa, digel demokrasî û netewî bibin yek. Divê sîyasetek civatî hemberê dewleta Tirkiyê bimeşînin, ne bi komikên kesayetî kar bikin. Nirxên netewî bikin bingeha sîyaseta xwe û şaristaniyetî, zanîstgeh, komên civakî xurt bikin. Pêşîya ciwana vekin, ji statûyekî re bikin bingeh.
Başûrê Kurdistanê jî serfirazîyek pir girîng bi destê xwe xistîye. Ji bo statûya Kurdan destpêk û remzek herî girîng e, hatîye qonaxa serxwebûnê. Lê di navxwe de qonaxa serxwebûnê dewletbûn (despêka yekîtî, hêz, parlemento, aborîya mîllî û li dû dewletbûn) qonax bi hizbên xwe yên Başûrî li ser prensîban pêwîst were temamkirin. Dewleta Kurdistanê jî bi biryara federala navendî tê kirin. Kurd li federala navendî bi hêz bibin, statûya başûr pêşve bixin.
Di Rojhilatê Kurdistanê jî erkê li ser milê hizbên Rojhilatê Kurdistanê ye ku bi dijî navenda terora Îranê, tekoşînê xurt bikin herweha Kurd serîda kesên demokrat, çalekvanê medenî, jin, azadîxwaz bikin çalekvan, rejîma terorîst di navenda Îranê de bifetisînin.
Rojhilatê Kurdistanê, di warê yekbûnê de, ji perçên din baştir e. Hevkarîya Hizbên Rojhilat berdewam e.
Lê têr nake, divê hevkarîya alîyên hizbên Rojhilat ne taktîkî bi stratejîk berfireh bibe. Ger bi taktîkî bimeşe hizbên Rojhilat nikarin hemberê rejîma Îranê bihêz bin.
Dema ku em behsa Rojhilat bikin pêwîst e em rewşa rejîma Îranê bidin ber çawa. Rejîma bi gefên terorîstî û teyarkirina hêzên terorîst li welatên Rojhilata Navîn de bûye pirsgirêka herî mezin li ser rêya mafê mirovan, demokrasî û azadî ye. Dawiya terorê bi tekoşîna Kurdan ve girêdayî ye, Kurd di rewşek hestiyar de ne. Kurd dikarin bi tekoşîna xwe bi dijî terorîzma rejîma Îranê, rolê rejîmê kêm bikin û Rojhilata Navîn bikin navenda aştî û demokrasiyê. Di cihê mîllîtarîzekirina rejîmê, demokrasî ava bikin. Qifla wê jî tevgera modern, tevgera Rasanê ye. Di wê pêvajoyê de erkekê giran dikeve ser milê tevgera Rasanê. Hewce ye Rasan bingeh û navaroka xebata xwe xurt bike. Ji bo yekîtîya aliyên Hizba Demokrat, divê pêngavên micid werin avêtin. Ji ber ku barê xebatê di Rojhilatê Kurdistanê de jî, pitir li ser milê pêşmerge ye. Rasan bo wê qonaxê bona bihêzkirina yekîtîya herdû alîyên Demokrat pozîtîf e û rolek mezin e.
Herweha tevgera Rasan bi xebata xwe bû sedemê hevkarîya hizbên Rojhilat, Rasan dikare bi stratejîkê wê hevkariyê bike prensîb.
Kurdê dîaspora, dikarin tenê bi neteweyî bibin yek. Xebata dîrokî, wejeyî, hunerî, çandî...hwd bikin. Di pirsgirêkên çar parçeyên Kurdistanê de dikarin xwe hemberê pirsgirêkan bikin yek û çalekvanên realîst.
Me behsa prensîbên yekîtîya netewî gor şart û mercên heremê û Rojhilata Navîn nirxand. Hêzên siyasî li her kîjan ji perçên Kurdistanê de, dikarin bona çêkirina yekîtiyekî netewî pêngavan biavêjin û bi rêzdarî alîkariya hevdu bikin.
Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine