Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîtiya Ewropa daxwaz ji rejîma Îranê kir ku ji biryara navikiya xwe paşve bizivire

12:14 - 26 Şibat 2021

Yekîtiya Ewropa bi micidî daxwaz ji rejîma Îranê kir ku ji biryara xwe ya li derheq binpêkirina “Bercamê” ku digel dewletên biqawete cîhanê îmze kiriye, paşve bizivire.

Roja Pêncşemî 25ê Şibatê, berpirsê siyaseta derwe ya Yekîtiya Ewropayê, “Josep Borrell” tevî nîşandana nigeraniya xwe li derheq biryara rêberê rejîma Îranê bona ragirtina demkî ya serdana lêkolerên Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navikî, ragihand: “Em daxwazê ji Îranê dikin ku dawî bi hemû kiryarên ku xalên Bercamê binpê dike bîne û ji wê biryarê paşve bizivire”.

Herwisa “Josep Borrell” gotiye : “em bi micid nigeranê biryara Îranê li derheq ragirtina protokol a hevpêçkirî û bernameyên zelal yên Bercamê ji rêkevta 23ê Fêbryê ve ne”.

Serokê Giştî yê Ajansa Navnetewî yê Vizeya Navikî, “Rafael Grossi” bi tekezî li ser hewcehiya lihevhatin li ser bernameya navikî ya rejîma Îranê gotiye ku: “Hekî Îran û welatên din yên wekî Amerîka li ser bernameya navikî negehne çi encamekê, civaka cîhanî dê rastî rewşeke nû ya pêşkevtina navikî ya Îranê bê”.