Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekitiya Ewropa: “Meyandina %20 a Oraniyomê ji aliyê rejîma Îranê, karekî gelik metirsîdar e”

12:24 - 12 Kanûna Paşîn 2021

Yekitiya Ewrûpa, “EU”, roja Dûşemiyê tevî daxwazkirin ji rejîma Îranê bona rawestandina aloziyan û binpênekirina lihevhatin a navikî, daye zanîn ku zêdekirina qasa meyandina Oraniyomê ya %20an ji aliyê rejîma Îranê ve karekî gelek metirsîdar û cihê nigeraniyê ye.

Nûçegihaniyan ragihandine ku “Yekitiya Ewrûpayê” jî zêdekirina asta meyandinê di binkeya navikî ya “Fordo”yê wekî binpêkirina lihevhatin a navikî, binav kir.

Iraniya Karnasan li ser vê baveriyêne, meyandina Oraniyomê het asta %20an, derfeta bidestveanîna çeka navikî bo rejîma Îranê xweş dike.

Ji aliyekî din ve, damezraveya “Zanist û Ewlehiya Navnetewî” di raporeke taybet de, wêneyên esmanî ku li 5ê Kanûna Paşîn ji binkeya navikî ya li“Netenz”ê girtibûn, belav kirin.

Wêneyên belavbûyî, didne xuya kirin ku 3 lexim li çiyayekî nêzî binkeya “Netenz”ê hatine kolandinê û pêka gotina karnasan, damezraveyên nû di bin wî çiyayî de, têne çêkirin ku bona berdewamkirina bernameyên nihênî, yên navikiya rejîma Îranê ne.