Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîtiya Ewropayê ambargoya çekan li ser opozisyona Sûriyê rakir

21:46 - 28 Gulan 2013

Kurdistanmedia: Wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropayê (YE) ku li Bruksel civiya bûn, ambargoya çekan li ser opozisyona Sûriyê ra kir.
Li gor Rojnameya Le Monde ya Fransî, dewletên endamê Yekîtiya Ewropayê lihev kirin. Piştî danûstandinên rojekê, wezîrên derve yên Ewropayê biryar dan ku ambargoya çekan li ser şervanên opozisyona Sûriyê rakin.
Ji aliyê din ve, wezîran tevahiya cezayên li ser rejîma Beşar Esed ji du salan ve hatine sepandin wek xwe hiştin.
Di derbarê biryarê de wezîrê derve yê Birîtaniya William Hague got: Ev nîşaneke bihêz e ji rejîma Esed re ku girîng e tevlî pêvajoya siyasî bibe. Weke her tim ez dibêjim, em tenê gava şandina çekan davêjin, ev yek dê ligel neteweyêm din be û bi mercên zor kontrolkirî be.
Lê rojnameya Le Monde wiha dinivîse: Li ser erdê, ev biryar tiştekî na guhere ji bo şervanên ku li hember êrîşa artêşa Sûriyê ne. Bi taybetî li derdora bajarokê stratejîk Quseyr, ji ber dewletên Ewropayê şandina çekan di vê qonaxê de rawestandine û rênmayiyên pirr zehmet ji bo şandinê çespandine.
Seroka dîplomasiyeta Ewropayê, Catherine Ashton jî ragihand: Watey
a vê biryarê ew e ku em hewl didin bi baştrîn şeweyî piştgiriya gelê Sûriyê bikin. Milet û dewlet dixwazin ku hinek biryar werin standin.”
Dema ku Fransa û Brîtanya ji dewletên herî dilgerm bûn ji bo rakirina ambargoyê, hinek dewletên din, di serî de Namsa û Swêd li dijî vê biryarê ne.
Wezîrê derve yê Birîtaniya William Hague, piştî bi dawîhatina civînê ragihand ku welatî wî na fikire niha yekser çekan radestî opozisyona Sûriyê bike.
Ev biryar nayê wateya ku Yekîtiya Ewropa dê çekan radestî Opozisyonê bike, tenê ew rê li pêş dewletên Ewropî yên dixwazin vê yekê bikin vedike.
Rûdaw