
Kurdistanmedia: Wezîrên EU biryar dan da ku rêzbendeke nû ji berpisên rejîmê ji ber encamdana kiryarên terorîstî, bixînine nav rêzbenda dorpêçan de.
Li gorî raportên ku belavbûne, di civîna roja Duşemî 28`ê Xezelwerê (19`ê Çiriya Paşîn) ya EU ku di “Brussels” de hate lidarxistin, biryar hate dayîn da ku, rêzbendeke nû ji hin berprisên rejîma Îslamî, bi tawana beşdarîkirin di kiryarên terorîstî di welatên wekî, “Denmark” û “Parise” de amade bikin û wan bixîne bin dorpêçan de.
Dezgehên Ewlehiyê yên welatê “Denmark”ê di 30`ê Çiriya Pêşîn de ragehandibûn ku, karîne êrîşeke destûpêvendiyên wezarata îtila`ata Îslamî ya Îranê, di wî welatî de betal bikin, û herwisa EU jî ev kiryara rejîma Îslamî şermezar kirin.
Her di vê pêwendiyê de jî, rayedarên Îsra`îlê ragehandine ku, van zaEUariyên derheq êrîşa bo ser welatê “Denmark” ê radestî dezgehên ewlehiyê yên welatên Skandînavî kirine, û pêş ji vê bûyerê de jî, Serdozgeriya welatê “Brussels” jî, di 30`ê Tîrmeha îsal de, jin û mêreke xelkê Îranê derheq hewla danîna bombeyê di civîna salane ya Micahidînên Xeliq de, ya li “Parise”, desteser kirine.
Herwisa Esedulah Esedî, berpirsê sêyem yê balyozxaneya Îranê ya di welatê “Brussels”, di pêwendî digel wê dosyê de hatiye desteser kirin û ev radestî welatê Almaniyayê kirine.
“ Federica Mogherini” berpirsa siyasetên Karê Derve a Yekîtiya Ewropayê, di civîna wezîrên EU ya roja Duşmeî ku di “Brussels” de hate lidarxistin, got ku, : Bo me muhime ku hemû arîşe û rewşa tevlîhev a ku bi sedema reftarên xelkê Îranê di nav axa Ewropa û herême de çê dibin lêpirsîn jê bikin.
Li gorî raporta nûnçegihaniya “Rouyters”ê Wezîrên Yekîtiya Ewropayê, di civîna “Brussels” de li hevkirin da ku , rêzbendeke nû ji berpirs û welatiyên Îranê yên ku di bombedanîn û kiryarên terorîstî yên di welatê “Denmark” û “Parise”ê de dest hebûne, berhev bikin û van bixîne nav rêzbenda dorpêçan de.