Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîtiya Jinan bi hilkefta roja Pêşmerge rêz li jinên pêşmerge girt

12:30 - 18 Kanûna pêşîn 2020

Yekîtiya Jinên Demokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta 26`ê Sermawezê, destegulên rêz pêşkeş bi jinên pêşmerge yên Kurdistanê kir.

Di heyama rojên derbasbûyî de bi hilkefta 26`ê Sermawezê, roja Pêşmergê Kurdistanê, Komîteya Yekîtiya Jinan bi pêşkeşkirina deskegulan, rêz li keçên pêşmerge û herwisa hêzên Pêşmrgên Kurdistanê li çiyayên Kurdistanê girt.

Li rojên 19, 23, 24, 26 `ê Sermawezê, Komîteyên “Yayan, Nesrîn Qasimlo, Mîna Xanim, komîteya Herman” ji Yekîtiya Ciwana û herwisa birêveberê Yekîtiya inan bo rêz girtin li kar û xebata pêşmergê Kurdistanê deskegul wekî sembola rêz pêşkeş bi pêşmergan kir û hêvî xwestin ku li xebatê berdewam bin.