Kurdistan Media: Nawenda Yekîtiya Kurdan li welatê “Swêdê” li daxuyaniyekê de mirina biguman a “Ferînaz Xusrewanî” şermezar kirin û nerazîbûna xwe jî li dor vê kiryara dijîmirovî û djîgelî ya desthilatdarên Îranê anî ziman.
Di daxuyaniya vê nawendê de hatiye: Pêkhateya rejîma melayan li ser bingeha “Weliyê Feqîh” hatiye ava kirin û li ser vê esasê jî desthilata xwe sepandiye û xwe bi nûnerê Xweda li ser erdê dizanin, lê kar û kiryarên wan, berevajî hemû karên Xweda, şerîet û Quranê ne. Herweha da zanîn ku ew destdirêjiya han derheq Ferînaz a qehreman û şoreşvan li bajarê Mehabadê de, destdirêjî bo ser kerameta hemû mirovahî û bi taybetî gelê Kurd e.
Li dawiyê de, Yekîtiya Kurdan piştewaniya xwe ji bajarê rabûyî ê Mehabadê û civatên xelkê Kurdistanê ragihandiye û daxwazê ji weatên azadîxwaz û democrat dike ku I hember cinayetên Komara Îslamî de bêdeng nebin.