
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê 12ê Kanûna Paşîn a 2022an bi weşana daxuyaniyekê bi tundî binçavkirina Mamostaya Zimanê Kurdî “Zara Mihemedî” şermezar kir.
Deqa daxuyaniyê wiha ye:
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê bi tundî binçavkirin û zindankirina Mamostaya Zimanê Kurdî “Zara Mihemedî” bi destê rejîma Îranê ya kurdkuj û dagîrker riswa û şermezar dike û daxwaza bidawîkirina tawanên rejîma Îranî yên dûr ji hemî yasayên mirovî li dijî gelê Kurd dike û ji bo bi fermîkirina Zimanê Kurdî bi hemû zarav û şêwezarên wê bang li rêkxistin û saziyên mafên mirovan ên navdewletî û herêmî dike.
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê herdem piştgiriya hemû hewldanên parastina nasname û çanda neteweyî ya gelê Kurd li her navçeyeke Kurdistanê dike û herwisa piştgiriya kempeyna Zimanê Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê dike, ku mafek xwezayî yê gelê me ye, lewra ji bo perwerdekirin û fêrkirina zarokên me bi zimanê xwe yê dayîkê destxweşiyê li Zara Mihemedî û hemû mamosteyên Zimanê Kurdî dike.
Azadî bo Zara Mihemedî
Bijî Kurd
Bijî Kurdistan
Her bijî Zimanê Kurdî
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê
Qamişlo