Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîtiya Pêşeyî ya Mamostayên Kurdistanê peyama pîrozbahiya newrozê belav kirin

12:09 - 22 Adar 2020

Yekîtiya Pêşeyî ya Mamostayên Kurdistanê, pirozbahîya sersala nû û cejna newrozê rû li xelkê Kurdistanê belav kirin.

Roja Înê 1`ê Xakelêwe, Yekîtiya Pêşeyî ya Mamostayên Kurdistanê, sersala nû a 2720 a Kurdî û cejna newroza Kurdewarî pirozabahî li mamostayan û xwendevanan û hemû xelkê Kurduistanê kirin, û herwisa digel doza Şehîdan, hepsiyên siyasî, malbatên şehîdên Kurd û Kurdistanê soza xwe nû kirin ku doza wan heya dawiyê bidomînin.

Herwisa Yekîtiya Pêşeyî ya Mamostayên Kurdistanê, hevxemî û hevderdiya xwe digel xisarberketiyên devera “Kotol”ê dane xuya û spasî û destxweşî ji rêkxistinên medenî û kesên xwebexiş kirin, ku di hawara xelkê zirarberketiyên wê deverê de çûne, herwisa hewl û kiryarên wan bona parastina canê xelkê ji tûşbûn bi nexweşiya Koronayê û paqijkirina gund û bajaran, cihê rêz û spasiyê ye û karê wan rêkxistin û kesên medenî ku xwebexşane alîkariya malî û paqijiyê dane xelkê Kurdistanê bi giştî nîşana jiyanê ye û sembola vekheviya xelkên Kurdistanê ye.

Herwisa Yekîtiya Pêşeyî ya Mamostayên Kurdistanê, tevî baskirin li maldemana xelkê Kurdistanê, rêz ji keda karmendên binkeyên pizîşkî û pizîşkan digire û destxweşiya wan dike.