Kurdistanmedia: Yekîtiya pêşeyiya Mamostayên Kurdistana Îranê bi bona 30`emîn salvegera terorkirina “Dr. Ebdulrehman Qasimlo”, peyamek weşandin.
Peyam wihaye:
Di 22`ê Pûşpera sala 1368`a rojî de, ”Dr. Ebdulrehman Qasimlo”, Sekreterê giştî ê HDKÎ û mamostayê berê yê zanîngehên “Prag” di welatê “ Çêk” û zanîngeha “Sorbona” di Parîsa paytexta Feransê, di ser maseya gotûbêj bo çareserkirina xwest û mafên rewa yên gelê Kurd li rojhilata Kurdistanê, ji aliyê binav dîplomat- terorîstên rêjîma îslamîya Îranê ve, bi Du hevalên xwe re, hatine Şehîdkirin.
Hekî Dr Qasimloyê Mezin, rêberê Hizbek mezine Kurdistan û rêberê xelkê Kurdên bi hizir û bawera corbicor bû, hevdem mamostayê zanîstgehê jî bû ku bi 1000`an xwendekar pêgihandin û di serdema xebata Pêşmergayetî de, dîsan wekî mamostayekî xwendingehê, dersa şoreş û perwerdekirinê bo Kadr û Pêşmergeyan digot.
Em wek Yekîtiya pêşeyiya mamostayên Kurdistana Îranê bi nûneratiya mamostayên xweragir û nîştimanperwer li zanîstgeh û xwendingehên rojhilata Kurdistanê, di 30`emîn salvegera terorkirina mamosta û rêberê me, peymana emegnasiyê bi rêbaza “Qasimlo” û armancên pîrozên wî dubare dikin, ku heya bidestveanîna armancên rêberê me di sengera zanîst û perwerde de dixebitin ku xwendekar û xwendevanan bi dersên demokrasî û azadî, Kurdayetî, dadperweriya civakî û nîştimanperweriyê hîn bikin.
Di rêbaza Qasimlo de xebat didome
Yekîtiya mamostayên Kurdistana Îranê
17`ê Pûşpera sala 2719`a Kurdî