Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîtiya Pîşeyî ya Mamostayên Kurdistana Îranê rohinkirinek belav kirin

13:38 - 3 Nîsan 2020

Wezareta Perwerde û Hînkarî ya rejîma Îslamî ya Îranê, bona pêşîgirtin ji belavbûna Koronayê, dixwaze ji rêya bikaranîna “App” a “Robîka” bi awayê zindî, waneyan bo dersxwazan bide, lê ew “App”e bona sîxurîkirinê ye.

Yekîtiya Pîşeyî ya Mamostayên Kurdistana Îranê li ser wê hewla rejîma Îranê bo wanegotina zindî rohinkirinek belav kir.

Di wê rohinkirinê de hatiye baskirin, ku Wezareta Perwede û Hînkarî ya rejîma Îslamî ya Îranê, agehdariyek belavkiriye ku di 16`ê Xakelêwe a sala 1399`an de polên wanegotinê li ser asta Îranê bi awayê zindî di sîstema “Robîka û Bat Şad” de dest pê dike.

Ew tora civakî a “App”a “Robîka û Bat Şad” e, ku toreke ewlehiyê ye û di bin kontrol û çavdêriya Spaha Pasdaran a terorîst de ye ku û Spaha Pasdaran a terorîst ji birêveber û mamostayên xwendingehan daxwaz kiriye ku wê Appê li ser mobayil û leptapan dabezînin û nasnama xwe di wê sîstemê de tomar bikin.

Herwisa di wê rohinkirinê de hatiye baskirin:

Ji ber vê yekê ku ew “App” û torên civakî, ji aliyê rejîmê ve hatine berhemanîn û standard nînin û piraniya wan bona sîxuriyê ne.

Hewl bidin wê “App”ê li ser mobil û leptapên xwe yên şexsî nedabezînin. Dibe birêveberên xwendingehan leptapên taybet terxan bikin, ber wê yekê ku di dema dabezandina wê “App”ê de, hemû zaniyariyên mobil û leptapan, ji aliyê tora civakî a “Robîka û Bat Şad”ê ve tê kontrol û çavdêrîkirin.

Ew mamostayên ku di dabezandina wê “App”ê de şareza nînin, bila ji mamostayên şareza û cihê baweriyê alîkariyê wergirin.

Yekîtiya Pîşeyî a Mamostayên Kurdistana Îranê