Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîyetiya Pîşeyî ya Mamosteyên Kurdistana Îranê peyamek belav kirin

12:38 - 24 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Yekîtiya Pêşeyî ya Mamosteyên Kurdistana Îranê, peyamek rû li mamosteyên Rojhilatê Kurdistanê, bo beşdarîkirin li xwenîşandan û nerizayetî nîşandan di hember rewşa xwendekarên wê dawiyê de, belav kiriye.

Yekîtiya Pêşeyî a Mamosteyên Kurdistana Îranê, di peyamekê de daxwaz ji mamosteyan, dersxwan û xwendekaran kiriye, da ku ji bo dengê xwe yên nerazî li hember kuştin û kelepçekirina ciwan û xwendekaran, li çileya taziya şehîdên raperîna gelê Îranê û nemaze şehîdên Rojhilatê Kurdistanê, bi awayekî aştîxwazane û medenî amade bin.

Di pareke din a wê peyamê de hatiye ku: “li hilkefta çileya tazî ya şehîdên serhildan û xenîşanderên gelê Îranê di 24`ê Xezelwera 1398`an de, herwisa şehîdbûna du dersxwan, “Azad û Ferhad” li pêxema gihîştina nan û jiyanê di bajarê Merîwanê de, Yekîtiya Pêşeyî ya Mamosteyên Kurdistana Îranê, bi wê hilkeftê rû li mamoste û dersxwan û xwendekaran dike, li pêxema daxwazên şehîdan, bi awayên cuda û bi awayekî aştîxwazane heya gihîştin bi armanc û mafan li tekoşan berdewam bin.”

Herwisa daxwaz kirine ku, mamosta û dersxwan li her şêweyekî ji bo nerizayetînîşandan mifahê vergirin û bi awayên wekî girevgirtin û hatin bo ser şeqam, dengê xwe yên nerazî li hember sîstema milhur a rejîma Îranê bilind bikin.