Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yemen: “Rejîma Îran ji rêyên qaçax ve çekan bo Hûsiyan dişîne”

12:06 - 25 Şibat 2021

Heyetek ji karnasên kar û barên Yemenê gotine ku rejîma Îranê ji rêyên deryayî û neyasayî ve çek û cebilxaneyan bo girûpa terorîstî ya Hûsiyên Yemenê dişîne.

Heyetek ji karnasên kar û barên Yemenê di raporekê de ku roja 6ê Rêbendanê bo Şêwreya Ewlehiya Saziya Netewên Yekgirtî şandibûn, bi belge ragihandbûn ku hejmarek ji kes û navend di Îranê de hene ku bi rêjeyek zêde çek û alavên şer ji rêyên deryayî û neyasayî ve bo girûpa terorîstî ya Hûsiyan dişînin.

“Memer EI_Eryanî” Wezîrî Ragehan û Çandiya Yemenê di “Twitt”ekê de basa wê kiryara rejîmê kiribû û gotibû ku ew kiryara rejîma Îranê binpêkirina biryarnameya Şêwreya Ewlehiya Saziyên Netewên Yekgirtî ye û daxwaz ji endamê Şêwreya Ewlehiyê kiribû ku givaşan bixine ser rejîma Îranê daku di kar û barên Yemenê de destêverdanê neke.

Di wê raporê de sê rêyên neyasayî ku ji aliyê Spaha Pasdaran a terorîst ve bo şandina çakan tên bikaranîn hatine eşkerekirin, rêkey li qirax avên “Eman û Yemen”ê ye ku bo şandina mûşek û alavên mûşekî tên bikaranîn, rêya duyem li qirax avên “Somalî” ku bo şandina çekên biçûk û sivik ji rêya belem bi belem ve mifahê jê digirin, û rêya sêyem li geviya “Bab El_Mendeb” li deryaya Sor e ku rejîma Îranê mifahê jê werdigre.

Herwisa “Nebîl Ebdulhefîz” Cihgirê Wezîrê Mafê Mirovî yê Yemenê jî daxwaz li Şêwreya Ewlehiyê dike, ew rêyên ku rejîma Îran bikar tîne bêne daxistin û ew kiryara rejîmê li ser ewlehiya Yemen û deverê gef û metirsî ye.