Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

YJDK Îranê simînarek bi boneya 25\'ê Novemberê birêve birin

18:54 - 26 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Bi boneya roja 25\'ê Novemberê roja Cîhanî ya berawanî li gel tundatîjî li dijî jinan, Yeketiya Jinên Demokrat ên Kurdisdtana Îranê simînarek bo Luqman Mehfer lidarxistin.



Li gor rapora Kurdistanmedia, Roja Duşemî berwar 25\'ê Çiriya Paşîn a 2013\'an, Yeketiya Jinên Demokrat ên Kurdisdtana Îranê di dirêjahiya kar û çalakiyên xwe de bi boneya roja 25\'ê Novemberê roja Cîhanî ya berawanî li gel tundatîjî bi dijî jinan, bi beşdariya Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê PDK Îranê û endamên yeketiya jinan, simînarek bo Luqman Mêhfer Endamê Komîteya Nawendî a PDK Îranê pêk anîn.

Luqman Mêhfer li ser tundutîjî û mafên yasayî ên jinan di çarçuweya qanûnê de basek pêşkeş kir û têde li ser nebûna hevsengî navbera jinan û mêran de weke sedemeke serekî yê tundutîjiyê hesiband.