
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya bi belavkirina daxuyaniyekê piştevaniya kempeyna fermîkirina Zimanê Kurdî kir û daye zanîn, YNKSe piştgîriya wan bizavên ku bona parastina nasname û hîmayên neteweyî li tev Kurdistan û diyasporayê hewil dide, dike.
Deq daxuyaniyê wiha ye:
Daxuyanî bona piştevanîkirina hewldanên fermîkirina Zimanê Kurdî
Piştî ku ji aliyê Wezareta Perwerdeya Tirkiyê ve, ji 3`ê heta 21`ê Çileya 2022`an ji bo hilbijartina dersên bijarte yên Kurdî bi herdu zaravên Kurmancî û Kurmancikî "Zazakî" hatiye destnîşankirin ku xwendevanên polên navendî yên Kurd dikarin navên xwe ji bo xwendina dersên Kurdî tomar bikin, di heman demê de ji aliyê sazîyên taybet bi Zimanê Kurdî, mamosta û akdamîsyenên Kurd, rêxistinên civaka sivîl û heta hin partiyên Kurdî li Bakurê Kurdistanê, kempeynek bona hilbijartina dersên kurdî hatiye ragihandin.
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriye, di heman çarçoveyê de, piştgîriya hemû hewl û bizavên bona parastina nasname û hîmayên neteweyî li tevaya Kurdistan û diyaspora dike û piştgîriya xwe bo vê kempeynê radigehîne, tevî vê ku wê wekî gavek biçûk dibîne, nayê bi wateya bi fermîkirina Zimanê Kurdî.
Dewleta Tirkiyê bi salên dûr û dirêj, bi hemû hêz û şiyanên xwe ve kar ji bo asîmîlasyona gelê Kurd, guhertina demografî, Tirkirina nav û paşnavên Kurdan û qedexekirina Zimanê Kurd kiriye, herwisa bi sedan komkujî, koçbarkirin û wêrankarî li ser destê dewleta Tirkiyê ya dagîrker li dijî gelê me hatine pêkanîn, di nav de tawanên dijemirovî û şer li dijî gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê jî û dagîrkirina Efrîn, Bab, Cerablis, Girêspî û Serêkaniyê hatine kirin.
Em hêvîxwaz in ku ev kempeyne serbikeve û bigehêje armanca xwe û bibe derfetek ji bo bifermîkirina Zimanê Kurdî, herwisa bibe havênê yekrêziyê û bilindbûna hestê neteweyî yê Kurdî li Bakurê Kurdistanê, û bidestxistina mafên neteweyî yên rewa û daxwazên zêdetir.
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya
Qamîşlo