Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zanîngeha Almaniyayê piroseya veguhertina xwendekaran a digel zanîngeha Îsfehanê da sekinandin

11:18 - 26 Kanûna pêşîn 2021

Zanîngeha “Freiburg” a Almaniyayê bi sedema zêdebûna hevrikiyên siyasî yên di navbera rejîma Îran û Yekîtiya Ewropayê û herwisa hevrikiyên li ser alîkariyên du alî yên di navbera rejîma Îranê û welatê Almaniyayê de, tev alîkariyên xwe yên veguhertina xwendekaran da sekinandin.

Di vê derheqê roja Çarşemî 22`ê Kanûna Pêşîn, rojnameya “The Jerusalem Post” a Îsra`îlê di raporek xwe de belav kir, ji ber ku zanîngeha Îsfehanê her sal di salroja Qudsê de piropagendeyan li dijî cihûyan û herwisa siloganên wek jinavbirina Îsra`îl û Mirin û neman bo Îsra`îlê, di malpera xwe de belav dike, ji ber vê yekê tev alîkariyên xwe yên di warê veguhertina xwedekaran û …hwd dide sekinandin.

Herwisa vê rojnameya Îsra`îlê, zanîngeha Îsfehanê wek zanîngehek a girêdayê dewletê û belavkerê piropagendeyên fermî yên rejîmê, binav kiriye.

Di wê derheqê de, li sala 2015`an , berdevkê vê zanîngehê“Bastin Strawkh”  jî bi awayek zelal û rohn ji berprisên zanîngeha Îsfehanê, daxwaz kiribû ku, dest ji belavkirina nivîsên hevrikiyên li derheq çêkirina karîkatora Holocaust berd in.