Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zanîngeha Peyama Nûr a Urmiyê bi hêceta “bê hicabî” pêşiya xwedekaran digre

16:37 - 8 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Di dirêjahiya birêvebirina gelaleya îslamîkirina zanîngehan, heraseta zanîngeha Peyama Nûr a Urmiyê pêşî ji xwedekarên ku rejîm bi “bê hicab” nav dibe digre.


Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, Heraseta Zanîngeha Peyama Nûr a Urmiyê hişyarî daye xwedekaran ku di egera neparastina “hicaba îslamî” ji aliyê keçan ve û ji xwekirina kirasên bê mil ji aliyê xortan ve, pêşî ji çûna wan bo zanîngehê dihê girtin.
Givaşênên heraseta zanîngehan piştî gelaleya “bi îslamîkirina zanîngeh û civakê” li ser xwendekaran pêtir bûye. Gelaleya ku rejîma Îranê bi gelaleya “Efaf” nav dibe.
Zanîngehên zanistên mirovan yekem zanîngeh bûn ku gelaleya cudakirina regezî tê de birêve çû.
Gelaleya cudakirina regezî tenê ji xwendekaran re nine, belkî mamostayên zanîngehan jî ji xwe digre.