Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zara Mihemedî: “Bi bê hebûna ti belge û sebeebkê, cezaya narewa bi ser min de sepandine”

17:50 - 16 Şibat 2021

Mamostaya zimanê Kurdî û Endama Encûmena Çandî-Civakî ya “Nojîn”, “Zara Mihemedî”, li derheq vê yekê ku bi bê belge 5 salan cezaya girtîgehê li ser wê de hatiye sepandinê rohnkirinek daye.

Zara Mihemedî daye zanîn ku, dîrok biryarê li ser kerameta mirovan didin û eva em in ku ser bilind in û li bi nav dadgehan de, li ser me cezayan disepînin û me êxsîr û dîl digrin û bi alxahînî ve dîrok me serbilind bike.

Herwisa “Zara”yê gotiye ku, piştî sepandina cezaya 10 sala girtîgeh ji aliyê taya 1 a dadgeha Înqilab a “Sine”yê ve, me narizayetiya xwe nîşan da û dadgeha pêdeçûnê li 23ê Rezberê bi rê ve çû û ji vê demê ve heta sepandina cezaya dawî, dadgehê çendîn caran daxwaz ji Wezareta Îtila`atê kiriye ku, hekî belgeyek ber dest heye bo dadgehê bişîne lê, îtila`atê ti belgeyek bo dadgehê neşand.

Piştî heyamekê, îtila`atê di nameyeke nihênî de hin belge bo dadgehê şandin ku Zara di merasima bi axspartina mamosta “Celal Melekşa” de beşdarî kiriye û wêneya mamosta “Celal Melekşa” bi axabaniyê ve daniye.

“Zara Mihemedî” basa vê yekê jî kiriye ku di rastiyê de, Wezareta Îtila`atê ti belgeyek ji ber dest de nebûye ku bi dadgehê re bide û hêcet anîne ku ew belgane nihênî ne.

Herwisa “Zara”yê got: “Di dawiya dadgeha pêdeçûnê de bi sedema nebûna ti belgeyek di wê dosyê de, dadwerê dadgehê biryara bi bêtawanbûna min dide, lê wan bona pêdeçûnê dadgeha malbatî anîne.

“Zara mihemedî” daye zanîn ku berî dadgeha pêdeçûnê, bi caran ji aliyê Îtila`at û dadweran ve, pêşniyara bi cihhêlana welat bi min re didan.

Herwisa wê got: “Piştî vê yekê ku ji girtîgehê bême derve, çendîn bûxtan bi min re girêdane”.