Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zavayê Qasim Silêmanî bi balafirên rêvîngî cebilxaneyê bo Hizbullahê vediguhaze

13:07 - 21 Gulan 2022

Arteşa Îsraîlê ragihandiye ku Zavayê Qasim Silêmanî yê terorîst berpirsê veguhanstina cebilxane ji Îranê bo Hizbullaha Lubnanê ye.

Arteşa Îsraîlê bi belavkirina raporekê ragihandiye: “Cihgirê Birêveberî yê Hizbullahê “Haşim Sefiyeddîn” bi mifahvergirtin ji kurê xwe yê bi navê “Riza Sefiyeddîn” ku zavayê berpirsê berê yê Spaha Quds “Qasim Silêmanî” yê terorîst e çek û teqemenî bi rêya balafirên rêvîngî ji Îranê bo Hizbullaha Lubnanê vediguhaze.”

Pêka rapora Arteşa Îsraîl, “Riza Sefiyeddîn” her çend mehan carekê bo hevahengiya leşkerî ya Hizbullahê digel rejîma Îranê bi nihênê serdana Îranê û hevjîna xwe “Zeyneb Silêmanî” dike.

Pêka rapora Arteşa Îsraîlê, “Riza Sefiyeddîn” canê rêvîngan dixe metirsiyek mezin û bi rêya balafira rêvîngî cebilxaneyê ji Îranê bo bajarê “Demişq” li Sûriyê vediguhaze.

Arteşa Îsraîlê bi tekezî ragihandiye: “Haşim Sefiyedîn pêwendî digel Şîeyan û berpirsên payebilnd ên Lubnanê re heye û birêveberê ragihandin û sîstema propagendeya Hizbullahê ye”.

Herwisa di vê raporê de bi tekezî hatiye: “Riza Haşim bi piştevaniya Spaha Pasdaran û pêwendiyên bavê xwe digel berpirsên Lubnanê bi şêwazek startejîk û bi berçavgirtina hûrdekariyan, çebilxaneyên şer bo Hizbullahê vediguhaze”.