Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji %40 a xelkê bajarê Zahidanê di taxên perawêzxistî de dijîn

13:35 - 6 Hezîran 2020

Zêdetir ji %40 a xelkê rûniştiyên bajarê “Zahidan” a parêzgeha “Sîstan û Belûçistan”ê di taxên hejar û qiraxa bajaran de dijîn.

Roja Înê, 5`ê Hezîranê, Nûnerê meclîsa rejîma Îranê yê bajarê “Zahidan”ê, “Hisênelî Şehriyarî”, di civînekê de baskiriye ku zêdetir ji %40 a xelkê rûniştî yê bajarê “Zahidan”ê di taxên perawêzxistî de dijîn ‘ herwisa da zanînê ku bînayên bajarê “Zahidan”ê kevnin û dibe bêne nûjenkirinê.

Pêşta jî, Şaredarê bajarê Zahidanê bas ji di qiraxê de jiyana %44 a xelkê bajarê Zahidanê kiribû.

Herwisa li ser wê mijarê, birêvebirê Devera Azad a bajarê “Çah Bihar”ê, “Ebdulqadir Kurdî”, di meha Reşeme ya sala derbasbûyê de baskiribû ku di bajarê “Çah Bihar”ê de nêzî 70 hezar kes di taxên qiraxa bajar de dijin.

Herwisa endamê “Encumena Amayiş a Serzemînê Îran”ê, “Mihemed Riza Mehbûbfer”,  bi îşare kirin bi hejmara 38 milyon kesên akincî di tax û dewerên perawêz xistî de got: “7 milyon û 600 hezar kes di derdora  goristanan de dijîn”.

Hejarî a bêqase xelkê Îranê ber bi karesateke mirovî diçe û kesên ku di taxên perawêzxistiye bajaran de dijîn, ji piraniya xizmetguzariyan û jiyaneke birûmet bêparin.