Pêka amarên ku raporên nûçegihanên ser bi rejîma Îranê belav kirine, ji her sê zewacan yek ji wan rastî telaqdanê hatiye ku %45 ew zewacane serkevtî nebûne.
Amarên rejîmê nîşan didin ku ji her sê zewacan di sala 1400an de yek ji wan rastî telaqdanê hatiye.
Li Îranê Ji sala 1390an heta 1399an a Rojî, asta zewackirinê zêdetir ji %36 daketiye û rêjeya telaqdanê jî %28 bilind bûye û nêzî %80 telaqên ku hatine kirin bi awayê rêkkevtina mêr û jin bûye.
Pêka amarên rejîmê, zêdeyê amara telaqdanê di 5 salê despêka jiyana mêr û jinan de bûye.
Di Îranê de gelek zewacên bi zorê hene ku eva jî yek ji sedema telaqdanê ye; Yek din ji sedemên girîng a telaqdanê di Îranê de, asta hejarî ye; Bi sedema nebûna kar û dahatek bo paşerojê û bilindbûna nirxa kelûpelan, ciwan xwe ji zewackirinê diparêzin. Her ew hejariye ye ku dibe sedema bilindbûna rêjeya telaqdanê.