Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji %50 ji kadrên dermanî û perestarên Îranê tûşî pirsgirêkên psîkolojîkî bûne

17:25 - 13 Çirriya pêşîn 2021

Serokê giştî ê mala perestaran yê rejîma Îranê “Mihemed Şerîfî Muqedem” gotiye: “Zêdetir ji %50 li kadrên dermanî û perestarên  Îranê pirsgirêkên  psîkolojîkî hene, bi awayekî ku bo vê yekê nabin nexweş bi wan bênê spartin.

Pêka gotinên navbirî rêjeya tûşbûna jinan bi xemokiyê ji rêjeya tûşbûna mêran bi xemokiyê zêdetir e.

Endamê Navenda hundirnasî yê rejîma Îranê “Ferîborz Tac” gotiye: “Pêka lêkolînên nexweşxaneyên bajarê “Melayir”ê hatiye xuya ku zêdetir ji %38 a perestar hizira xwekujiyê hebûne yan jî amadehiya xwekujiyê hene.

Rewşa xirab a aboriyê û nebûna mûçeyeke baş û karê zêde û ji astderketî yek ji wan sedemane ne ku perestar rastî nexwşiya xemokî tên an jî bo welatên derve koçber dibin.