Kompaniya Rêyên Hesinî ya Ukraynê ragihandiye, ku di êrîşa rakêtî ya Arteşa Rûsiyê bo ser rawestgeha qetarê ya bajarê “Kiramatosk” a Ukraynê, zêdetir ji 50 kes hatine kuştin û bi 10an kes jî hatine birîndarkirin.
Hevdem digel zêdebûna erîşên Rûsiyê bo ser Ukraynê, xelkê bajarê “Kiramatosk” li Rojavayê Ukraynê hewla derkevtin ji bajar dabûn û di rawestgeha qetara wî bajarî de kom bibûn ku rastî êrîşa 2 rakêtên Arteşa Rûsiyê hatin û pêka gotina kompaniya “Rêyên Hesiniya Ukrayn”ê, zêdetir ji 50 kesên sivîl hatine kuştin û bi 10an kes jî birîndar bûne.
Di vê derheqê de Serkomarê Ukraynê “Volodymyr Zelenskyy” bi tekezî gotiye: “Eger Rûsiye li ser şerxwaziyên xwe neyê cezadan, ti carî nayê rawestandin.”
Herwisa Fermandarê devera Dontêskê “Pawlo Kirlînko” daye zanîn, ku di dema wê êrîşê de nêzî 4 hezar kesên sivîl di rawestgeha qetarê de çavnihêrê derkevtin ji bajar bûne.
Serkomnarê Amerîkayê “Joe Biden”, derheq wê êrîşê bertek nîşan da û ew êrîşa bi êrîşek bêrehmane û metirsîdar bi nav bir.
Di vê derheqê de nûçegihaniya “Reuters”ê belav kiriye: “Rûsiye ew êrîş li stuyê xwe negirtiye û raporên di vê derheqê de red kirine û gotiye ku ti rolek di wê êrîşê de tinîne.”