Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji 50 ser ji pez û ajelên hevwelatiyên Bîcarî ji aliyê kesên çekdar ve hate revandin

18:56 - 11 Kanûna pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Hejmarek çekdarên nasnekirî êrîş kirine ser pez û ajelên gundakincî yên devera Bîcarê û 52 ser pez û devarên wan revandin.
Li gor rapora malpera Kurdistanemdia, diyardeya dizîna pez û ajelên hemwelatiyên bêdifa\'ên Bîcarî çendîn sale dom dike û ewa jî bûye tirsek li ser dahat û jiyana civakî ya hevwelatiyên vê deverê.
Akinciyekî yek ji gundên Bîcarê bi malpera Kurdistanmediaê ragihand: Şêniyên gundan bi tirsa canê xwe, tewana berewanî tevî hêzên çekdar ninin û tenê dikarin bi şêlandina dahat û samanên xwe mêze bikin ku tenê çavkaniya dahata wane.
Hêzên Îranê çendîn sale pez û devarên hemwelatiyan li devera sînoriyên Kurdistana Rojhelatê bi hinceta qaçaxkirina bo welatên cîran zewt dikin û paş kuştin û ser birînê bi ser bargehên leşkeriyên xwe ên deverê parev dikin.
Lê diyardeya pez û ejelan dizîn li deverên din ên Kurdistanê (Dûr ji sînoran) ji aliyê kesên çekdar ên nasnekirî ve dête gorê û tû kiryarek an helwêstek ji aliyê hêzên Ewlehî û Întizamî yên rejîma Îslamiya Îranê ve bi dûrde nahêkirin.
Li gor esla 129\'a yasa bineretiya rejîma Îranê, dabînkirina hevceyên civakî (Yek ji wan parastina ewlehî û tenahiya hemwelatiyan) erkê rejîma Îslamiya Îranê ye.
Her wusa li beşekî ji madeya 22\'a ragihandina cîhanî ya mafê mirov de, hatiye: Her kesek weke endamekî civakê, mafê tawawê ewlehiya civakê heye.