Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji 58 hezar hiktar ji genimên wezêran li parêzgeha Urmiyê sirê lêdaye

16:54 - 12 Nîsan 2022

Zêdetir ji 58 hezar hiktar ji genimên wezêran li parêzgeha Urmiyê bi sedema sir û befrê ji nav çûne.

Pêka amarên Saziya Werzêriyê li parêzgeha Urmiyê, 11 hezar hiktar ji genimên avî beranber bi %15 û 17 hezar û 500 hiktar genimên dêm beranber bi %17 a zeviyên çandina genim li wê parêzgehê tûşî sirê bûne û geninên wan zeviyan ji nav çûne.

Pêka gotina Cihgirê Geşeya Berhemanîna Giya ya Saziya Werzêriyê li parêzgeha Urmiyê, “Perwîz Wehdet”, 381 hezar hiktar genim di wê parêzgehê de hatiye çandin ku 91 hezar hiktar a wan geniman avî û zêdetir ji 290 hezar hiktar genimên dêmî ne.

Werzêran li parêzgeha Urmiyê tevî hebûna pirsgirêk bo firotina berhemên xwe, çendîn pirsgirêkên din jî hene wekî bilindbûna nirxa hewcehiyên parastina berheman û bilindbûna nirxa alavên werzêriyê û rejîma Îranê bo çareserkirina pirsgirêkên wan werzêran ti pêngavekê navêje.