Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji %65 hemwelatiyên Îsraîlê, daxwaza êrîşa leşkerî bo ser nawendên mehandina Uraniyomê li Îranê dikin

13:57 - 6 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Li gorî rapirsiya yek ji rojnameyên Îsraîlê, pitir ji %65 hemwelatiyên Îsraîlê, daxwaza êrîşa leşkirî bo ser binkeyên nawekî ên rejîma Îranê dikin.


Beşa herî zor a wan kesan ku di rapirsiyê de beşdarî kirine li ser vê bawriyê ne ku, heke Îsraîlê xwediyê piştevaniya navnetewî bona êrîşa leşkirî bo ser nawendên etomî ên Komara Îslamî jî nebe, bi xwe bi tenê wê êrîşê encam bide.
Di vê pêwendiyê de Zêyo Elkeyîn cêgirê wezîrê karubarê derve yê Îsraîlê ragehand ku, Îsraîl li ser vê baweriyê ye ku pirsa nawekî a rejîma Îranê ji rêya diyalog û aşitîxwazane ve bê çareserkirin, lê hekî danustan û diyalog negehiştin tu encamekê û bersiv erênî ji aliyê Komara Îslamî ve bi hewlên navnetewî bona çareseriya pirsa nawekiya Îranê nehê dan, Îsraîl bo deqeyekê jî li ser êrîşa leşkirî bo ser nawendên etomî ên Îranê nasekine.
Piştre jî Serokwezîrê Îsraîlê li civata giştî a NY de, rejîma Îranê bi çêkirina çekên etomî sûçdar kir û di vê pêwendiyê de ragehand ku, heke Îsraîl li berbirûbûna tevî rejîma Îslamiya Îranê bi tenê jî bimîne, wê her êrîşê bike ser nawendên etomî ên vî welatî.
Gotinên Binyamîn Natanyaho di civata giştî a NY de, rexneyên tund ên karbidestên Komara Îslamiya Îranê bi dûr xwe re anîn, lê li gorî rapirsiyeke nû ku di Îsraîlê de hatiye kirin, %51,4 ji hemwelatiyên Îsraîlê bi axavtinên Natanyaho, dilxweş in.