Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji 9 sal e ku xelkê Urmiyê çavnihêrê avakirina xaniyên “Meskena Mêhr” in

12:17 - 30 Îlon 2021

Berpirsên rejîma Îranê li bajarê Urmiyê soz dabûn ku avahihên “Meskena Mêhr” bo xelkê kêm dahat di 18 heta 24 mehan de ava bikin, lê zêdetir ji 9 sal e ku avedankirina wan bi dawî nehatiye.

Projeya “Meskena Mehr” ku bo niştecîkirina ciwanan û xelkê kêmdahat bi rê ve diçû, bi sozên çewt û hederdana dem û perê xelkê hêj bi dawî nehatiye û beşek ji xelkê gotine, ku 10 salan berî niha bo “Meskena Mêhr” navê xwe tomar kirine, lê hêj projeya avedankirina xaniyên wê bi dawî nehatiye.

Berpirsên bajarê Urmiyê ji destpêka sala derbasbûyî soz dabûn ku ji destpêka demsala Payîza sala 1399an a Rojî, avedankirina wan xaniyan bi dawî bînin û lê ew sozên wan jî bi çewt derkevtiye û heyama bi dawîhatina wan projeyan nexuya ye.

Parêzgarê Urmiyê di vê derheqê de gotiye: “Hezar û 600 yekeyên “Meskena Mêhr” bi sedemên cuda pirsgirêk hene û îdareya Rê û Bajarsaziyê divê wê pirsgirêkê çareser bike”.

Berpirsê giştî yê îdara Rê û Bajarsaziyê jî îdia kiriye ku îsal projeyan bi dawî bînin, lê êdî bawriya xelkê bi wan sozan nemaye.