Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zîdaniyekî Kurd li girtîgeha Urmiyê de dest bi gireva birçîbûnê da

21:22 - 26 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Girtiyekî siyasî yê Kurd li girtîgeha Urmiyê de dest bi gireva birçîbûnê da.
Li gor nûçeya wêblaka Mukriyan News, “Mihemedemîn Ebdullahî” roja yekşemî 23’ê Hezîran a 2013’an, seba rewşa nenaşa xwe pêrenegehîştina berpirên girtîgeha Urmiyê, dest bi gireva birçîbûmê da.

Mihemedemîn Ebdullahî seba pêrenegehîştina berpirsên girtîgehê bi rewşa cestî û herweha guhnedana daxwzên vî, dest bi gireva birçîbûmê da.
Mihemedemîn ragehndiye, heya ku bersiva daxwazên min nehê cîbicîkirin, ez gireva birçîbûna xwe naşkînim.

Mihemedemîn Ebdullahî xelkê bajarê Bokanê û heyamê 8 salan berî niha ji aliyê hêzên ewlehiyên rejîma Îslamiya Îranê ve hat girtin û piştî 15 mehan ragirtin li girtîgeha Îtilatê de, di encam de ji aliyê dozgeriya “Înqilab”a bajarê Mihabadê ve bi sûça alîkarîkirin li gel pirtiyên dijî rejîma Îranê bi 18 salan het mehkûmkirin.