Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zimanê Kurdî di reşnivîsa nû ya Tûrkiyê de nehat qebûlkirin

21:30 - 31 Tebax 2013

Kurdistamedia: Lêjneya venivîsandina destûtra Turkiyê zimanê Turkî wek zimanek fermî yê wî welatî ragehand û amade nebû ku îfade bi zimanê kurdî bike ku weke zimanê duyê di perwerdehiyê de bikar bînin.
Li gor nûçegehaniyan, lêjneya venivîsandina destûra Turkiyê di civîna parlemana Turkiyê de ku roja 28’ê Tebaxê bû, amade nebû madeya 3 ya destûra welatê han ku xincî zimanê Turkî di vî welatî de zimanên din ret dike.
Bi fermî naskirina zimanê kurdî ji daxwazên BDP û KCK jî li hikûmeta Enqerû bûn.
Aliyê kurdî li parlemana Turkiyê de nerazîbûna xwe nîşandan.
Meral Danişbeştaş, endamê Komîsyona Destûrê ragehand: “Beriya niha partiyan daxwaz kiribûn ku destûra Turkiyê û madeya 3 ku di serdemê kuditayê de hatiye danîn û haşa ji hemû zimanan û zimanê kurdî jî kiriyê bê destkarî kirin.
Di berî de Receb Teyîb Erdoxan serokwezîrê Turkiyê ragehandibû ku nabe perwerde bi zimanê dayîkê bibe.
agirimedia