Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zivirandina berhemên werzêriyê Îranê û rexgirtin ji anîna dermanên kîmyayî li welatên herêmê

18:31 - 30 Kanûna pêşîn 2021

Zivirandina berhemên werzîriyên Îranê ji welatên cîran û çend welatên din bo Îranê, rastî bertekên berfireh ên midyayî û siyasî hat.

Roja Çarşemî 8`ê Befranbarê, nûçegihaniya “ISNA” ya girêdayê rejîmê, di raportekê de, amara berhemên werzêrî yên hatinî şandin û asta dermanê bikar hatî belav kir.

Li gor rapor dawiyê, ev berhemên werzêriyê ku, ji welatên deverê ve li ser Îranê de hatine zivirandin wiha ne: “bîbar ji Rosiyê, zebeş ji Îmaratê, bacanê sor ji Iraqê, kêvî ji Hindistan û Çinê, sêvik ji Turkmenistan û Uzbekistanê”.

Li gor zanyariyên hatinî belavkirin %23 dermanên bikarhatî di Îranê de xisaran digihînin.

Çîn, Hindistan û Tirkiye welatên dabînkerên dermanê werzêriyê yên bazarên Îranê ne.

Anîna dermanên werzîriyê ji welatên derdor bo nav bazarên Îranê, û çawatiya bikaranîna wan bi şêwazek  standard  mifahê jê vernagirin û herwisa li derheq asta bikaranîna  wan de jî, ti amarek ber dest nîne û ti aliyek  jî, xwe bi berpirsyar nizane.