Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ziwabûna gola Urmiyê gefek mezine li ser jiyana nêzî 14 milyon welatiyî

13:13 - 31 Gulan 2022

Ziwabûna gola Urmiyê tevî ku gefek mezine li ser jiyana mirovan û deverê, kirîzek micid li derdora gola Urmiyê bo jîngeh, jiyana ajelan, werzêrî û bajaran jî diafirîne.

Ziwabûna gola Urmiyê tevî ku gefe li ser jiyana mirovan, xisarên bê veger li jîngeh, werzêrî û bajaran jî dixe, pêka dana berdev a toza xwê, dê meydanek bi panahiya 500 kîlomertan çêbike û mirov, giya û ajelên kuvî nikarin di wê deverê de bijîn û çendîn cureyên nexweşiyan, roçûna erdê û erdhej beşek ji paşhatên ziwhabûna gola Urmiyê ne.

projeyên nezanistî ên weke avakirina zêdetir ji 70 avbendên mezin û piçûk li derdora avrêja gola Urmiyê û çêkirina pira 15 kîlometrî a di navbera vê golê de, bûne sedem ku gola Urmiyê rastî kêmavî û ziwabûnê bibe.

Guherîna kêşûhewa, guherîna erdê werzêriyê bi erdê şoreket, peydabûna deverek çol bi panahiya 500 kîlometran, kavilbûna gund û bajarên deverê, barîna barana şor û rabûna bahozên xwê, peydabûna çendîn cureyên nexweşiyên pêst û pişikan û cureyên şêrpence, û terkandina zêdetir ji 14 milyon welatiyan bi tenê beşek ji paşhatên ziwabûna gola urmiyê ne.