کوردستان میدیا

ماڵپەڕی ناوەندیی حیزبی دێموکراتی کوردستانی ئێران

بەیاننامەی هاوبەشی حیزبە کوروستانییەکان بە دیالێکتی کورمانجیی ژوروو و پیتی لاتینی

16:22 - 23 بەفرانبار 2716

Daxûyaniya dawî Civîna hevbeşa aliyên siyasî yên Kurdistanê Yek deng û yekgirtî kiryara terorîstî mehkûm dikin. Em weke nûnerên 30 partî û aliyên siyasî ji hemû beşên Kurdistanê îro roja yekşemiyê 25’ê Decamber a 2016’ê bi hevre li berdem baregaha sereke ya HDKÎ û cihê teqîna terorîstiya şeva 1’ê befranbara îsal (21’ê Decamber 2016’ê) li nêzî bajarê Koyê kom bûne. Di encama vê kiryara terorîstî de pênc pêşmergeyên HDKÎ û du polîsên asayişê şehîd bûn û hejmareke hemwelatiyan jî birîndar bûn, ku bi munasibeta pîrozkirina 86 mîn salvegera jidayik bûna Dr.Ebdulrehman Qasimloyê şehîd lidora hev kom bibûn. Kifşe ger terorîst û bikerên vê kiryara dij mirovane karîban bombeyên xwe bigehînin nav girseya gel û cihê lidarxistina pîrozbahiyê, dê karesatên mezintir çêbiban û hejmara qurbaniyan dê zêdetir ba. Her yek ji part û layenên siyasiyên beşdar di vê civînê de, berê û bi awayekî serbixwe ev tawana dij mirovane mehkûm kirine û hevxemiya xwe bi malbatên qurbaniyan û HDKÎ’ê re ragihandine. Îro jî em hemû û bi yek dengî û bi hevre cardin vê kiryara terorîstî mehkûm û şermizar dikin û hevxemiya xwe bi malbata qurbaniyan, HDKÎ û aliyên din yên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê dubare dikin. Ev cara yekemîn nîne ku destê reşê terorê li herêma Kurdistanê giyanê têkoşerên Rojhilatê Kurdistanê distîne. Mixabin di salên 1990’î de bi sedan kadro, pêşmerge, endam û alîgirên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û malbatên wan li başûrê Kurdistanê bûne qurbaniyên pilanên terorîstî yên Komara Îslamiya Îranê. Di wan çend salên borî de çendîn pilanên terorîstî li dijî binke, bargeh û tekoşerên wan partiyan hatine pûç kirin û bi riya sazî û dezgehên ragehandinê hatibûne belav kirin. Em nîgeranin ku tawana terorîstî ya şeva 1’ê Befranbarê û pilanên vala bûyiyên berê, destpêkek jibo pilan, metisrî û kiryarên terorîstî li hember aliyên siyasî û xebatkarên Rojhilatê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê be. Di demekî de ku gelê me li Başûr û Rojavayê Kurdistanê li hemberî terorîstên tarîperest di şerekî giran û berfireh dane û qurbanî û bedelên mezin pêşkêş dikin û jiber vê jî rêz û îtîbareke cîhanî jî bidest xistiye, em çawa dikarin rê liber bidest xistina armancên zarokên beşeke din a Kurdistanê li Herêma Kurdistanê vekin? Her dewlet û aliyek di bin her navekî de kiryarên terorîstî bike mehkûme. Jiber vê tevî ku her yek ji me di siyaset û tekoşîna xwe de li dijî terorêne, bi erkê Hikûmeta Herêmê û hemû sazî û dezgehên peywendîdar dizanîn ku ji birêve çûna gef û pilanên terorîstî li dijî aliyên siyasî yên beşên din yên Kurdistanê ku li Herêma Kurdistanê bicîh û war bûne, bisekinin. Herwiha bala hevpeymaniya navnetewî ya li dijî terorê bo terorîzma dewletî li navçeyê, li hember hêz û aliyên siyasî û aliyên xebatkar yên hemû beşên Kurdistanê dikşînîn û girîngiya rû bi rûbûna bi van kiryaran re dubare dikin. Em tevî mehkûm kirina şer û leşkerkêşî, teror û serkut kirina ji aliyên dewletên navçeyê di rû bi rûbûna bi pirsgirêka Kurd re, di vê baweriyê da ne ku xebatên gelê Kurd û aliyên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistan û her beşeke din bi şer, serkut û terorê ji nav naçe. Tevî ku em piştevaniya xwe ji xebata rewa ya gelê xwe ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa li hemû beşên Kurdistanê radigehînin, ji hemû part û aliyên siyasî, saziyên civaka sivîl û zarokên gelê xwe dixwazin li Kurdistan û derveyî welat, bi kampaniya û çalakiyên hevbeş dijberiya xwe bi siyaset, bername û pilana terorîstan pûç û şermizar bikin.   Civîna hevbeşa 30 partî û aliyên siyasî yên hemû beşên Kurdistanê 25.12.2016   - Bizava Demokratîka Gelê Kurdistanê - Bizava Rizgariya Demokrat a Kurdistanê -Partiya Pêşkeftinxwaz a Kurd li Sûriyê - Partiya Demokrata Nîştîmanî li Sûriyê - Partiya Demokrat a Kurdistanê - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) - Partiya Karker û Rêncberên Kurdistanê - Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) - Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) - Partiya Yekitiya Demokrata Kurd li Sûriyê - Yekitiya Demokrat a Kurdistanê - Partiya Pêşkeftinxwaz a Kurd li Sûriyê - Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) - Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (HDKÎ) - Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê - Hizba Şû’î ya Kurdistanê - Partiya Yekitiya Kurd li Sûriyê - Hêla Sosyalîsta Komele - Rêxistina Xebat a Kurdistana Îranê - Koma Civakên Kurdistanê (KCK) - Komeley Zehmetkêşanî Kurdistan - Komeley Şoreşgêrî Zehmetkêşanî Kurdistan - Kongireya Netewî ya Kurdistanê (KNK) - Yekgirtû ya Îslamî ya Kurdistanê - Yekitiya Netewî ya Demokratîka Kurdistanê - Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS)