Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîtiya Ewropayê 20 berpirs û navendên rejîma Îranê tehrîm kirin

11:06 - 13 Kanûna pêşîn 2022

Roja Duşemî 21ê Sermaweza 1401an a Rojî, Yekîtiya Ewropayê çendîn berpirsên rejîmê yên bi navên, Peyman Cebelî, Berpirsê Deng û Rengê reîjmê, Cêhgirê Deng û Rengê rejîmê Muhsên Bermehanî, du nûçegihanên deng û rengê rejîmê yên bi navên Elî Riziwanî û Amêne Sadat Zebîhpûr ku vîdyoyên îtrafên bizorê ji girtiyên siyasî û malbatên kuştiyan berhem tînin, pêşnmêjê Înê yê Tehranê Ehmed Xatemî û çendîn berpirsên din yên ku di serkutkarî û kuştina xelkê serhildayî yên Kurdistan û Îranê de rol hebûne, tehrîm kirine.

Her di vê pêwendiyê de, Wezîra Karê Derve ya Almaniyayê “Analina Burbok”, demjmêrek piştî belavbûna rêzbenda navê berpirsên rejîmê yên hatinî tehrîmkirin rû li serkutkaran got: “Me pêşî ji darayên we girtiye, me alîkarîkirin û hatina we bo Ewropayê qedexe kiriye û em li kêleka xelkê Îranê ne û givaşan li ser rejîmê dê zêde bikin”.