General Tirkî Elmalikî, berdevkê Hevpeymaniya piştevanê dewleta yasayî ya Yemenê li roja Duşemî 9ê Çiriya Paşîn ragihand li berdewamiya êrîşên esmanî yên vê Hevpeymaniyê bi armanca lawazkirin û jinavbirina tora mûşekên balistîkî yên Hûsiyan kirine armanc.
Navbirî bi belavkirina girtevîdyoyekê ragihand ku li nûtirîn erîşên esmanî de bo ser milîsên ser bi rêjîma Îranê li Yemenê, balafirên Hevpeymaniyê kargeheke çêkirin a alav û montaja mûçekên balistîkî yên Hûsiyan kirine armanc û teqandine.
Herwisa li wan êrîşan de navenda tevlihevkirin û berhemanîna şewata hişik a mûşekên balistîkî û kargehe din a pîşeya elektronîkî ya montaja sîstemên elektronîkî yên taybet bi mûşekên balistîkî yên Hûsiyan teqandine.
Rêjîma Îranê bi armancên wehmî û şerxwazane, alav, bûdceya hewce, alîkariya teknîkî û herwisa sîstemên çêkirina diron û mûşekan, bi awayekî bê beranber bi hûsiyên Yemenê dide û xercê wan kiyrarên rêjîmê ji bûdceya xelkê Îranê tê dabînkirin.