Donald Tiramp, Serkomarê Amerîkayê ragihand ku Qeter û Erebistan li pey rêya aşîtîxwazane bo dawîanîn bi şerê digel paşmaweyên rêjîma Îranê ne lê Amerîka amade ye hekî hewce bike êrîşên serbazî bo ser vê rêjîmê careke din dest pêbike.
Donald Tiramp ev axaftinên xwe piştî hevdîtina digel Serokwezîrê Qeterê ku hevdem Wezîrê Derve yê Qeterê ye, bi rêya hevpeyvîna têlêfonê bi Reutersê re gotine.
Serkomarê Amerîkayê tekezî li ser amadebûna Amerîkayê bo êrîşkirin bi ser rêjîma Îranê kiriye, navbirî heta niha çendîn caran bi rohnî ragihandniye ku bi ti awayek derfetê nade rêjîma Îranê ku bikare çeka navkî berhem bîne.
Pêştir jî Pît Heksêt, Wezîrê Şer ê Amerîkayê, tevî piştevanîkirin li biryar û helwîstên Donald Tiramp ragihandiye ku rawestan li hember rêjîma Îranê û şer digel vê rêjîmê hekî karek bi dilê hinek kesan nebe, lê hewce ye û nabe paşmaweyên rêjîma Îranê çeka navkî hebe.