Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezareta Derve ya Amerîkayê huşdarî da welatiyên xwe ku serdana Îranê nekin

10:02 - 10 Çirriya paşîn 2026

Wezareta Derve ya Amerîkayê bi belavkirina daxuyaniyekê, huşdarî da xelkê xwe ku bi ti awayekê nabe serdana Îranê û çendîn welatên diyarîkirî bikin û hevdem lîstên welatên metirsîdar bo xelkê Amerîkayê belav kiriye.

Wezareta Derve ya Amerîkayê li roja Duşemî 9ê Çiriya Paşîn de ev peyama huşdarîdanê li tora civakiya “X” de belav kiriye.

Li vê peyamê de hatiye ku Amerîka pêka rewşa deverî an şiyana sînordara xwe bo alîkarîdan an xizmetguzariyên Kunsûlî bi xelkê Amerîkayê li welatên din de asta 4 a huşdarîdanê radigehînin, ev welat metirsîdar in û nabe bi ti awayek serdana wan welatan bikin.

Bilî Îranê, Efxanistan, Bilarûs, Îraq, Lubnan, Sûriye, Sûdan, Yemen û çend welatên din li lîstê huşdarîdana asta 4 dene ku nabe xelkê Amerîkayê bi ti awayek serdana wan welatan bike.