Amarên fermî yên Navendên amara rejîmê behis li berdewamiya teweroma kûr a regezî li bazara kar de dikin, amar derdixin ku li sala 1404an de, rêjeya beşdarîkirina abûriya jinan tenê %13.4 bûye li demekê de ku ew rêjeye bo mêran gihaye %67.9 wate cudahiyek zêde a %54.4 li navbera jin û mêran de heye.
Li gorî raporta Ticaret News li heyama 5 salên derbasbûyî de (li 1400 heya 1404) beşdariya abûriya jinan hertim li navbera 13 heya 14 li sedî asê bûne, li demekê de bo mêran hertim li serveyê %67 bûye, şareza dibêjin ku pirsgirêka sereke tenê bêkarî nîne, belkî beşek zêde a jinan bi sedema astengiyan ve her naçine nav bazara kar de.
Şarezayên mafê kar îşare bi vê yekê jî dikin ku bazara kar bi awayekî yeksan nehatiye dabeşkirin û jin rûbirûyê dîtinên regezî, cudakarî li damezrandin, arxayînî li kar, pirsgirêkên mirexesiya daykayetî û nebûna ewlehiya abûrî dibin.
Li demekê de ku beşek zêde a jinên Îranê xwediyê birwanamên bilind û pisporiyê ne, lê pirisgirêkên weke nebûna sîstema piştevanî, nebûna baxçeya sawa bo zarokan, û karê bêheqdest a nav malê ku li amarên fermî de reng vedane, wisa kiriye ku jin zêdetir rû li karên nefermî û nav male de bikin ku bê bîme û palpişt in.
Pispor tekeziyê ji vê dikin ku bo başkirina wê rewşê, hewceye yasayên dij bi cudakarî û piştgîrîkirina daykayetiya karmendan bi kiryar bête cîbicîkirin.