Wezîrê Derve yê Kanadayê roja Sêşemî 10ê Çiriya Paşîn, ragihand ku dorpêça 11 navendên rêjîma Îranê ku li lîstê dorpêçan derxistibûn, dîsan xistine nav lîstê dorpêçan û sedema vê biryarê, rola wan navendan li bernameyên hestiyar ên navkiya rêjîmê, mûşekên balistîkî û dabînkirina malî ya rêjîmê de bûye.
Dorpêç, şirketeta millî ya neftê, şirketa millî ya neftkêşên Îranê, Şirketa Kala’neft, Şirketa Bazirganiya Neft’îran, banka Millî, banka millet, banka sen’et û me’iden, banka tosê’ê sadirat, şirketa bîmeya Îranê û 2 şirketên warên dabînkirin û berhemanîna şewata navkî li xwe digre.
Kanadayê li sala 2016 a Zayînê de piştî lihevkirina Bercamê, ev 11 navend li lîstê dorpêçan derxistibûn.
Wezareta Derve ya Kanadayê tekez kir ku hevkarînekirina rêjîma Îranê digel Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî, nîgeraniya li derheq kiryarên navkî yên rêjîmê zêde kirine û digel endamên girûpa G7 dê li hewldanên xwe bo rêgirîkirin li destpêregihîştin bi çeka navkî, berdewam bin.