Marko Robiyo, Wezîrê Derve yê Amerîkayê li berteka bi tawanbarnaskirina spaha pasdaran a terorîst li êrîşa berfireh a saybêrî bo ser sîstemên sarker ên Firansê ragihand ku ji heyamên berî niha ve spaha psadaran a terorîst li seranserê cîhanê de kiryarên terorîstî û kawilker dike û karên wiha dûr ji çavnihêriyê nînin.
Marko Robiyo, li cîvîna girûpa G7 de li bajarê Parîsê, ragihand ku spaha pasdaran a terorîst rêxiravek e ku ji kesên metirsîdar pêk hatiye, lewma em wan li lîstê dorpêçan de tomar dikin û her bi vê sedemê ye ku em wan bi terorîst binav dikin.
Navbirî ragihand, tevî ku Firansê li bûyerên vê dawiyê yên pêwendîdar bi rêjîma Îranê de ti rolek nebûye, lê dîsan bûye armanca êrîşa saybêrî.
Wezîrê Dereve yê Amerîkayê, birêveberên rêjîma Îranê bi kesên tundûtîj û şerxwaz û dîn binav kirin, lê xelkê Îranê ji vê girûpa biçûk a berpirsên şerxwaz û dîn, gelek cuda ne.
Navbirî tekez kir, berpirsên rêjîma Îranê ji sala 1979 a Zayînî ve li seranserên cîhanê de karên hovane dikin û kiryarên wiha, dûr ji çavnihêriyê nînin.