Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Herêma Kurdistanê, Koşka aramiya Rojhilata Navîn û tirsa rêjîma Îranê ji vîna wê

14:34 - 8 Çirriya paşîn 2026

N. Eskender Ceiferî

 

Rojhilata Navîn di dehsalên borî de hertim di nava hevkêşeyên jêopolîtîk ên aloz, qeyranên ewlehiyê û guhertinên stratêjîk de bûye. Di vê navberê de, Herêma Kurdistanê wekî yek ji histûnên sereke yên aramî, dêmokrasî û hevpêwendiya bi civaka cîhanî re, roleke girîng di hevsengiyên herêmî de dilîze. Geşedanên siyasî yên dawî, di nav de destpêkirina dubare ya rûniştinên Parlamena Kurdistanê, pêşwaziyên germ ên dîplomatîk ên ji aliyê welatên cîhanê yên cuda ve û pêdagiriya zilhêzan li ser giringiya vê herêmê, careke din nîşan dide ku statuya vê herêmê nayê înkarkirin. Lêbelê, jiyana siyasî û pêvajoya geşekirina demokrasiyê li Herêma Kurdistanê, hertim bi astengî, karxirabî û tirsa kûr a lîstikvanên ku hebûna xwe di înkarkirina nasname û vîna neteweyan de dibînin, rû bi rû maye; di seriya van lîstikvanan de rêjîma Îranê cih digire, ku hebûna Kurdistaneke bi hêz, ewle û aram wekî metirsiyeke rasterast li dijî bingeha xwe ya îdêolojîk dihesibîne.

Ji nû ve destpêkirina rûniştinên parlemanê, bihêzbûna dêmokrasiyê li Herêma Kurdistanê ye û vegerîna ser rêça qanûndanînê û çalakbûna nû ya parlamena vê herêmê bi dilê zilhêzan e. Bûyerek ku bi pêşwaziyeke berfireh û eşkere ya saziyên navnetewî û welatên cîhanê re rû bi rû ma. Yekîtiya Ewropayê bi weşandina daxuyaniyekê, ligel pêşwazîkirina li vê gava girîng, daxwaz kir ku kabîneyeke nû û berfireh di zûtirîn demê de li Herêma Kurdistanê bê avakirin da ku pêvajoya geşepêdan û aramiya navxweyî bi lezgînî bidome. Li gor dîtina Yekîtiya Ewropayê, xurtkirina saziyên dêmokratîk, lidarxistina hilbijartinên zelal û hebûna parlamentoyeke çalak, mafên welatiyan û geşepêdana berdewam in ku bi dilê zilhêzan e.

Di vê çarçoveyê de, civaka cîhanî jî bi çavekî erênî li van geşedanan dinêre. Ji bo mînak daxuyaniyên dîplomatîk ên welatên wekî Yonan û Srî Lankayê, çalakbûna dubare ya parlamena Kurdistanê, xuya dike ku wê wekî gaveke ber bi xurtkirina aramiyê ve dibînin û pêşwazî lê kirine. Ev piştgiriyên berfireh ên dîplomatîk nîşan didin ku Herêma Kurdistanê karîbûye xwe wekî hevparêke pabend bi nirxên dêmokratîk û aştîxwaz di asta navnetewî de bide naskirin. Bicihbûna saziyên sivîl û qanûnî yên xurt, mercên wiha dane vê herêmê ku hêzên herêmî û derveyî herêmê nikarin wê paşguh bikin.

Giringiya Herêma Kurdistanê tenê bi çarçoveya navxweyî ya Iraqê ve sînorkirî nîne, lê belê xwedî pîvanên berfireh ên jêopolîtîk e. Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê gelek caran tekezî li ser piştgiriya xwe ji bo Herêma Kurdistaneke kiriye. Washington, Herêma Kurdistanê wekî hevpeymaneke stratêjîk û ewle di herêmeke tijî alozî û nearam de nas dike. Ev statuya stratêjîk, encama berxwedan, têkoşîna li dijî têrorê, parastina nirxên azadîxwazane û avakirina giravek aram û ewle li Kurdistanë ye.

Piştgiriya zilhêzan ji bo Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warên ewlekarî, aborî û siyasî de, peyameke zelal ji bo neyarên vê herêmê ye. Ew jî ev e ku vîna Kurdan ji bo rêvebirin, pêşketin û geşepêdanê, beşek ji ewlehiya nû li Rojhilata Navîn e ku nabe bi gefên derdorê bê jinavbirin. Heger Herêma Kurdistanê bi hêz be, wekî mînakek ji jiyana hevbeş, serweriya qanûnê û geşepêdana aborî, mînakek ji bo beşên din ên navçeyê ye û ji ber vê yekê ye ku statuya wê, zêdetirî sînorên wê yên erdnîgarî giring e.

Li hemberî nêrîna civaka cîhanî û piştgiriyên Amêrîka û Ewropayê, rêjîma Îranê ye ku bi gumanbariyeke mezin û nêrîneke ewlekarî li her serkeftin, pêşketin û rêxistinbûyineke Kurdan dinêre. Ji bo desthilatdarên Tehranê, Herêma Kurdistanê ya bi hêz, dêmokratîk û aram, kêşeyeke bingehîn û hêleke sor a ewlehiyê tê hesibandin. Sedem jî ev e ku ev modêla serketî ya desthilatdariya li ser bingeha vîna xelkê, rastî dijberiya eşkere ya xwezaya dîktatorî û navendparêz a rêjîma Îranê tê.

Rêjîma Îranê her tim ditirse ku yekbûn, rêxistinbûn û geşepêdana siyasî û çandî ya li Herêma Kurdistanê, bibe mînakek ku waneyê bide milyonan Kurdên li Rojhilatê Kurdistanê. Gelekî ku bi dehsalan e rastî cudakarî, tepisandin, zordariya çandî, bêparbûna aborî û înkarkirina mafên netewî û sivîl ên xwe hatiye. Heger Herêma Kurdistanê bihêz be, pişta Rojhilat jî germ dibe. Li gor nêrîna rêjîma Îranê, her hewldanek ji bo xurtkirina saziyên sivîl, parlamentoyî û serxwebûnê li Başûrê Kurdistanê, egera şiyarbûna zêdetir a hişmendiya xelkê û daxwazên ji bo destnîşankirina çarenûsa xwe li deverên din bi xwe re tîne.

Ji ber vê yekê ye ku rêjîma Îranê hemû hewlên xwe ji bo têkdan, sepandina zextên siyasî, çêkirina bêewlehiyê, gefên leşkerî û şerê derûnî li dijî Herêma Kurdistanê bi kar tîne. Tehran dixwaze hertim di riya pêkanîna aloziyan de û bi hewldan ji bo qelskirina saziyên qanûnî yên Kurdistanê, rê li ber pêşketina Kurdistanê û geşedana dêmokrasiyê bigire. Her ku Herêma Kurdistanê bi piştevaniya xelkê xwe û piştgiriyên cîhanî gavên bi hêztir ber bi aramî û dêmokrasiyê ve diavêje, tirs û hêrsa rêjîma Îranê jî zêdetir dibe.

Dîroka hevçerx a Rojhilata Navîn şahidiyê dide ku neteweya Kurd tevî hemû êş, tepisandin, zordarî û hewldanên rêjîmên dîktator ji bo jinavbirina nasnameya wan, hertim li ser riya azadî û pêşketinê bûye. Pêşwaziya dîplomatîk a cîhanê ji bo tevgerên parlamentoya Herêma Kurdistanê û piştgiriyên eşkere yên Washingtonê, nîşan dide ku ev herêm êdî ne diyardeyeke demkî ye, belku rastiyeke ku nayê înkarkirin û faktorek ji bo aramiyê li navçeyê ye.

Heger Kurd hevgirtî bin, rêjîma Îranê bi berdewamkirina siyasetên xwe yên dujminkarane, ewlekarî û dijberiya li hemberî rêxistinbûna Kurdan, nikare ti tiştekê bike. Ew jî vîna neteweya Kurd e.